Volume 19 , Issue 3 , May 2018 , Pages 783-790
1 Mardin Artukul Üniversitesi
DESTPÊK
Netew û netewperestî mijareke gelekî tevlîhev e. Lewra gelek akademisyenên wekî Gellner, Hobsbawn, Anderson û Smith li ser vê mijarê xebatên akademîk kirine, pirsa netew çi ye bixwe pirseke tevlîhev e. Çimkî li ser vê meselê gelek nîqaş hatine kirin. Li gor qewlê Anderson netewperestî bi serdema modern derketiye pêş lewra netew bixwe tiştekî texeyyûlkirî ye, ango tiştek çêkirî ye. (Anderson, 2014, bnr.) Hobsbawm jî wekî Anderson difikire û bi taybetî bi mînaka avakirina dewleta Îtalyayê vê îddîaya xwe piştrast dike, ew nimûneyek ji Massimod' Azeglio tîne û dibêje; Massîmo gotiye baş e me Îtalya ava kir lê divê niha em îtalyanan jî ava bikin. Lewra di vê serdemê de kesên ku bî Îtalî diaxivin di nav sînorê Îtalyayê de pir kêm bûne. (Hobsbawn, 2010, r.62) Lê her çend têhega netewperestî têgeheke modern be û bi taybetî piştî şoreşa Frensî derketibe holê jî ew naye wê wateyê ku netew bixwe tunebûne wekî ku tê zanîn beriya netewperestiye jî netewên wek ereb, fars, kurd û tirk hebûna. Yek forma netewbûne jî qabîle ne ango eşîr in, carina çend eşîr digihêjin hev dibin eşîrên federatîf û dewlet bajar jî ava dikin. (Hobsbawn, 2010 r.50) Eşîr wekî prototîpekî netewê ne lewra eşir ji mina neteweyeke ji komeke insana pêk tên ku li derdora gelek xalên hevpar yektiyek civakî ava kirine.
At Sykes Picot Anniversary, Dewrêşê Evdî in Kobanî
In 1916, according to Sykes Picot Agreement, Kurdistan was shared among imperialist states without Kurdish peoples will. Since that time, Kurdish have gone through bad times. Kurds have had no longer right to speak about their own country and their power have been broken into pieces. After 100 years, Kurdistan has been united over Kobanî not geographical but spiritual. Kurds show a collective stance to Kobanî case and Kobanî has became a symbol uniting kurds. In addition to that stituation, Kobanî has been identified like the epope of Dewreşê Evdî and Kobanî fighters has been generally seen as contemprary Dewreş û Edûle, the characters of the epope. According to the epope, the forces of Milan tribe fell apart and Turks made an alliance with arabs tribes against Milan tribe. As an ideal hero, Dewrêşe Evdi came forward and undertook the hardships of the war, Milan tribe liberated its lands thanks to Dêwrêşê Evdis’ courage. We will focus on both these features and common motifs in detail between Kobanî and the epope and make an afford how the epope becomes symbol in nation building as Kawa myth. In this context, we will see that there are many common trait between Kobanî case and the Epope.